TR KU SO
FB X
Cîhan

Erebistana Siûdî qedexeya 40 salan betal kir

Admin H
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2021 15:39

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî qedexeya 40 salan berdewam dike ya dema nimêjê girtina dikan û kargehan betal kir.

Beriya niha dema saetên nimêjê qedexe bû dikan vekirî bin.

Li gorî biryara rêveberiya Riyadê, êdî wê di dema saetên nimêjê de dikandar û mişteriyên wan bikaribin li dikanên xwe nimêj bikin û dikanên wan jî neyên girtin, vekirî bimînin.

Hat zanîn ku ev biryar di çarçoveya tedbîrên koronayê de hatiye wergirtin daku qelebalix li ber dikanan çênebe.

Parve bike: