TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîs bir ser Balyozxana Îranê

Admin M
Nivîskar
📅 13 adar 2018 03:54

Li payîtexta Awûstûrya Viyana yê kesekî bi kêrê êrîş bir ser leşkerê ku balyozxanê diparêze. Lê leşkerê nobedar bi sîliha xwe lê xist û êrîşker kuşt.

Berdevkê polîsê Viyanayê Harald Sörös bo çapemeniyê ragihand ku siet di derengê şevê de, hemwelatiyekî Awûstûryayî ku 26 saliye, bi kêrê êrîşê biriye ser leşkerê ku balyozxanê diparêze û leşker bi demança xwe êrîşker kuştiye.

Berdevkê wezareta bergiriyê Michael Bauer jî ragihand ku leşker bo êrîşker rawestîne xaza îsotê bikaraniye lê nikaribiye wî bisekinîne û mecbûr maye sîliha xwe bikaraniye.

Leşkerê nobedar di êrîşê de birîndar bûye. Sedema êrîşê ne diyare lê lêkolîn dewam dike.

Parve bike: