Cîhan
Êrîs kirin ser xeta xazê ya navbera Misrê û Îsraîlê
PeyamaKurd – Li gor ragihandina parêzgerê Sîna ya Bakûr Muhammed Şûşa, êrîş birine xeta xazê ya navbera Misrê û Îsraîlê. Şûşa weha got:
“Li rojavayê El-Arîşê xeta xazê ya ku diçe devera Sabikayê, êrîşê ser xeta xazê kirine û teqandine. Ti zerar negihaye canî û rêvebirên bi ser hukumeta Misrê yên pêwendîdar gotin ku rêvebirên Şîrketa Xazê ya Xwezayî GASCO bo şewatê bixin bin kontrolê vanayên xazê girtine û ewlehiya xetê temîn kirine.”
Parêzger Şûşa ragihand ku sedema teqîna tê lêpirsîn û hêzên ewlehiyê li deverê dest bi opreasyonan kirine.