TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîs li qada leskerî ya Rusyayê hat kirin: Gelek lesker hatin kustin!

Ruken güler
Nivîskar
📅 17 cotmeh 2022 00:30

PeyamaKurd- Li gorî ragihandina ajansa nûçeyan a RIAyê, li dijî qada perwerdehiya leşkerî ya Rusyayê, êrîşeke çekdarî çêbûye û di encama vê êrîşê de jî gelek leşker hatine kuştin.

Di agahiyên hatin parvekirin de hat ragihandin ku 2 kesan êrîşa çekdarî biriye ser qada perwerdehiya leşkerî ya li herêma Belgoroda Rusyayê û di encama vê êrîşê de 11 leşker hatine kuştin, 15 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Rusyayê, ev êrîş wekî êrîşeke terorî ragihand û di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku herdu êrîşkar jî hatine kuştin. Ji aliyê wezaretê ve hat ragihandin ku êrîşkar endamên Civaka Dewletên Serbixwe ya welatên Sovyetê in lê belê di derbarê wan de agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.

Di derbarê bûyerê de ji aliyê çapemeniya Rus ve hat jî ragihandin ku hejmara leşkerên kuştî, ji hejmara ku bi awayê fermî hatiye dayîn, zêdetir e.

Parve bike: