Cîhan
Êrîsa li ser kestiyên Rûsyayê li Behra Res
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wesayiteke behrê ya bêmirov a artêşa Ukraynayê hewl da li Behra Reş êrîşî keştiyên şer ên Rûsyayê bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hat diyarkirin, êrîş îşev hatiye kirin û artêşa Ukraynayê hewl daye bi wesayiteke behrê ya bêmirov êrîşî keştiyên şer ên Rûsyayê yên ku 237 kîlometre li başûrê rojavayê Sevastopolê dewriyeyê dikin li Behra Reş bike.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku êrîş negihiştiye armanca xwe û di encama gulebarana keştiyên dewriyeyê yên Rûsyayê "Pitliviy" û "Vasiliy Bikov" de wesayîta behrê ya bêmirov hatiye îmhakirin.