TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsa ser dawetê DAISê li xwe girt

Admin H
Nivîskar
📅 19 tebax 2019 01:01

PeyamaKurd - Rêxistina terorîstî DAIŞê berpirsiyariya êrîşa terorîstî ya li dawetek paytexta Afganistan Kabîlê ku 63 kes hatibûn kuştin û 182 kes jî birîndar bûbûn, li xwe girt.

Êvara roja şemiyê DAIŞê li paytexta Afganistan Kabîlê êrîşî ser dawetekê kiribû û Wezareta Karên Navxwe ya Afganistanê ragihandibû ku di wê êrîşê de 63 kes hatine kuştin û 182 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina terorîstî DAIŞê li ser torên xwe yên medyayî berpirsiyariya xwe ya bo wê êrîşê ragihand û da xuyakirin ku êrîşeke xwekujî encam daye.

Bîlançoya êrîşa ser dawetê eşkere bû: 63 kuştî...

Parve bike: