TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsê baregeha artêsa Îranê ya li Meshedê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2022 21:16

PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Meşhedê bi bombe êrîşê baregeha artêşa Îranê ya bi navê ‘Yasir’ kirin. Li gor ragihandina İHA yê, rêxisitina ‘Mucahîdînê Xelk’ bûyerê girtiye ser xwe. Li gor ragihandina rêxistina ‘Mucahîdînê Xelk’ ku di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandina xwe kiriye, gotiye ku bûyerê do siet di 22.05 ê bi wextê Îranê kirine.

Di dîmena ku belav kirine de xwuya dike ku di baregehê de teqîn çêdibin. ‘Mucahîdînê Xelk’ di 1 ê temmûzê de li Tehranê êrîşê biribû ser baregeha artêşê ya bi navê ‘Malik Eşter’, bûyerê girtibû aliyê xwe û dîmen parvekiribû.

Parve bike: