TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîşê baregeha Sûriyê ya Tenefê ya ser sînorê Iraqê kirin

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2026 19:31

PeyamaKurd – Artêşa Sûriyê ragihand ku bi jimarekî zêde İHAyan êrîşê ser baregeha leşkerî ya Sûriyê ya bi navê Tenefê kirine ku dikeve ser sînorê Iraq-Urdin-Sûriyê.

Televizyona dewletê ya El-Exbariye rûdanê ragihand ku binkeya xebera xwe bir ser fermandariya artêşa operasyonan ya Sûriyê.

TV, li ser êrîşê agahiyan neda lê got ku êrîş ji aliyê axa Iraqê de hatine kirin lê di wextê de mudaxele bi İHAyan kirine û İHAyan îmha kirine. Li ser zerara can û mal ti agahî nehat dayîn.

Baregeha navborî ya Tenefê, 10 sal Amerîka bikaranî bû û di 12 Sibata 2026an de teslîmê artêşa Sûriyê kiribû.

Parve bike: