Cîhan
Êrîsê konwoyên lojîstîk yên koalîsyonê kirin
PeyamaKurd – Tora medyayê ya ewlehiya Iraqê ragihand ku konwoyeka lojîstîk ya navdewletî li bajarê Dîwaniyê û yeka dinê li bajarê Babîlê ketiye ber êrîşan. Di beyanê de hat ragihandin ku serê sibê, bombeyên berê di rêyan de hatibûn çandin hatine teqandin û di teqîna li bajarê Dîwaniyê de ti zerar negihaye mal û canî.
Li dora nîvroyê jî konwoya ku diçû bajarê Babîlê, bombeyên di rê de ji berê de hatibûn çandin, hatin teqandin û car din zerar negihaye mal û canê ti kesê.
Êrîşên tên kirin gelek caran ji aliyê grûbên bi ser Îranê de tên kirin ku ne ew ne Îran naxwazin Amerîka li herêmê bimîne.