TR KU SO
FB X
Cîhan

Êrîsê serkonsolosiya Azerbeycanê ya li Îngîltere kirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2022 03:56

PeyamaKurd - Wezareta karên derve ya Azerbeycanê ragihand ku grûbekî olî ya redîkal êrîşê serkonsulxaneya Azerbeycanê ya li Îngîltere li Londrayê kiriye. Li gor ragihandinê; grûb tevgerekî vandalîzmê kiriye, li balkona konsulxaneyê alên olî daleqandiye û sloganên redîkal qêriyane.

Di daxwuyaniya wezareta karên derve ya Azerbeycanê de, polîs mudaxeleyê bûyerê kiriye, grûbê ji konsulxanê deraniye û wan xistiye binçav. Ji xebatkarên konsulxanê mirî an birîndar tine ne. Hêzên asayîşê bûyerê vedikolin û wê di derbarê bûyerê de agahiyan bidin.

Di daxwuayaniyê de hat ragihandin ku di rêya dîplomasiyê de li gor peymana Viyanayê hişyariyên pêwist hatine dayîn.

Parve bike: