Cîhan
Êrîsên bombeyî: 5 kustî, 35 birîndar
PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Îdlîbê, li aliyê rojava ku Heyva Sor ya Sûriyê jî lê ye, li pey hev êrîşên bombeyî çêbûn û di encamê de 5 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Rêvebirê Parastina Sîvîl ya Îdlîbê Muhammed Hac Yusuf raghand ku li aliyê rojavayê bajêr motorsîkletek û alaveka bombekirî li pey hev teqiyan. Di êrîşê de 1 ji wan wezîfedarê Parastina Sîvîl e û bi temamî 5 kes mirin. Di nava 35 heb birîndaran de, yên ku birînên wan xedar in hene.
Bi sedema teqandinan, avahiyên der û dorê û gelek alav xesarê dîtin. Heya niha kesek an rêxistinekî kiryarê negirtiye aliyê xwe.