Êrîsên Srî Lankayê DAISê li xwe girtin
PeyamaKurd - Êrîşên hevdem ên Srî Lankayê ku di pîrozbahiyên paskalyayê de hatibûn kirin û bêhtirî 310 kesan jiyana xwe ji dest dabû, rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girt.
Li gor nûçeya lezgîn a Reutersê berpirsiya êrîşên dêr û otelên li Srî Lankayê ku 310 kesan can dabû û bêhtirî 500 kes jî birîndar bibûn, rêxistina terorîst DAIŞê li xwe girtiye.
Hewiha DAIŞê li ser malpera ajansa xwe Amakê berpirsiya êrîşan girt ser xwe û ragihand ku ji bo propagandayê ew êrîş hatine kirin.
Rayedarên Srî Lankayê jî di daxuyaniyên xwe de, ji bo êrîşan rêxistina bi navê Cemaeta Tewhîd a Netewî tawanbar dikin.
Li gor rayedarên Srî Lankayê êrîşên ser dêr û otelan di dema paskalyayê de, bersiva êrîşa Zelanda Nû ya bi ser mizgeftan e ku mehek berê ew êrîş encam dabû.