Cîhan
Êrîsî konsulxaneya Çînê kirin: 2 polîs hatin kustin...
PeyamaKurd - Li bajarê Qaraçî yê Pakistanê vê sibehê êrîşek bi ser Konsûlxaneya Çînê de pêk hat.
Li gor nûçeyên lezgîn ên medya cîhanî, di encama wê êrîşê de 2 polîsên Pakistanî can dan û hejmarek karmendên ewlekariyê jî birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên herêmî yên Pakistanê rêxistina Belucî 'Artêşa Rizgariya Belucistanê' êrîş li xwe girt.
Derbarê êrîşê de hîn ti daxuyaniyeke fermî nehatiye.