Esad li Mîrgehên Yekbûyî bi Prensê Cîgir yê Abu Dabiyê re civiya
PeyamaKurd – Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad, li Mîrgehên Yekbûyî bi Prensê Cîgir yê Abu Dabî Şêx Mihemed bîn Zayîd El Nahyan re civiya.
Li gor zanyariyan, Esad serdana Mîrgehên Yekbûyî kir û bi Prensê Cîgir yê Abu Dabî Şêx Mihemed bîn Zayîd El Nahyan re hevdîtinek kir.
Ajansa dewletê ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, WAM diyar kir, Prensê Cîgir ji Esad re daye zanîn, Sûrîyê yek ji hîmên sereke yên ewlekariya erdnîgariya Ereb e û diyar kiriye ku ew dixwazin hevkariya bi Sûrîyê re xurttir bikin.
Li gor WAMê eşkere kiriye, her du aliyan di civînê de bal kişandiye ser yekîtiya axa Sûrîyê û vekişîna hêzên biyan û li hev kirine ku ew ji bo çareserkirina kêşeyên Sûrîyan piştgirîyên sîyasî û însanî bidin hev du.
Herwiha Serokomariya Sûrîyê jî destnîşan kir, Esad bi Emîrê Dubaî Şêx Mihemed bîn Raşîd El Maktum re civiya ye.