TR KU SO
FB X
Cîhan

Esad ragihand: Ez ê bi Erdogan re hevdîtinê nekim

Ruken güler
Nivîskar
📅 09 tebax 2023 20:00

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad, di derbarê hegera hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re daxuyaniyek da û diyar kir ku dê ev heger pêk neyê.

Beşar Esad, ji bo Sky News Arabiayê axivî û pirsa di derbarê hegera hevdîtina bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan re bersivand.

Esad, di derbarê mijarê de got ku “Di bin van şert û mercên ku Erdogan pêşkêş dike de hevdîtin dê çênebe.”

Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan, beriya serdana xwe ya welatên Kendavê li Balafirgeha Ataturkê civînek bi rojnamevanan re kiribû û gotibû ku

"Hûn dizanin, em ne di rewşekê de ne ku derî bi Suriyeyê re bigirin. Derî vekirî ye. Ev li ser çar lûtkeyan e, divê em van çar lûtkeyan jî li dar bixin. Lê em di xala hevdîtina bi Beşar Esed re ne girtî ne. Em dikarin hevdîtinê bikin. Lê belê her tişt bi nêzîkbûna wan a li hember me ve girêdayî ye.”

Parve bike: