TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed bi Serokê Desteya Hesda Seibî re civiya

Admin L
Nivîskar
📅 03 adar 2022 15:38

PeyamaKurd Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz û Serokê Sûriyê Beşar Esed, di çarçoveya rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de, civînek li Şamê li dar xistin.

Li gor medyaya Heşda Şeibî belav kir, Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz, serdana Şamê kir û bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re guftûgo derbarê rewşa sînorê di navbera Iraq û Sûriyê de û rûbirûbûna terorê kirin.

Herwiha ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” da zanîn, di civîna Esed û Feyaz de, guftûgo derbarê hevahengiya di navbera her du aliyan de û pirsgirêkên ewlehiyê yên li ser sînor hatin guftûgokirin.

Parve bike: