Cîhan
Esed: Em ê hemî axa xwe careke dî bistînin!
PeyamaKurd- Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ji kovara Mail on Sunday ya Birîtanî re axivî û got ku em ê hemî axa Sûriyê careke dî bistînin.
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed wiha berdewam kir: Amerîka gefan li me dixwe û dibêje em ê bi her şiklî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) biparêzin û em ê bersivê bidine êrîşên li dijî wan. Em ji van gefan natirsin û emê axa xwe bistînin.
Esed got ku tenê Rejîma Sûriyê li dijî terorê şêrr dike û Rûsya û Îran jî piştevaniya wê dikin. Hêzên Brîtanî, Fransî û Amerîkî yên li Sûriyê, ne rewa ne. Ev hêz piştgiriyê didine terorê û pirsgirêka Sûriyê zêdetir dikin. Lê berî salekê em ê pirsgirêka Sûriyê çareser bikin.