TR KU SO
FB X
Cîhan

Esed hilbijartinên herêmî li dar dixe: Li deverên HSDê hilbijartin nayê kirin

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2022 22:36

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Beşar Esad a Sûriyê biryar daye 18ê Îlona 2022yan hilbijartinên herêmê li deverên kontrola rejîmê werin lidarxistin.

Li gorî ragihandina ajansa fermî ya girêdayî hikûmeta Şamê SANAyê, Esed biryarnameyek belav kiriye û tê de hatiye ragihandin ku 18ê Îlonê hilbijartinên herêmî wê bêne lidarxistin.

Hat diyarkirin ku li deverên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û kontrola HSDê hilbijartin nayê kirin.

Tê çaverêkirin beşdariya welatiyan a bo hilbijartinan kêm be, ji ber ku nîvî zêdetirê xelkê Sûriyê penaber bûye û hejmara hilbijêran jî kêm bûye.

Beriya niha jî namzedên hilbijartinan ên ji aliyê rejîma Esed ve hatibûn diyarkirin, bi awayekî dûrî rastiya hilbijartinên azad û serbixwe bi rêjeyên bilind ên dengan hatibûn hilbijartin ku di hilbijartina giştî ya 2021ê de jî hatibû ragihandin ku Beşar Esed hilbijartina seroktiyê bi rêjeya %95,19 qezenc kiriye.

Parve bike: