Esed li Îdlibê 5 sivîlên din kustin
PeyamaKurd - Ji ber êrîşên esmanî yên balafirên şer ên rejima Beşar Esed 5 sivîl hatin kuştin.
Balafirên şer ên rejima Esed li Îdlibê êrîşî ser deverên ku di nav "herêma kêmkirina rageşiyê" da cih digirin, kirin.
Li gor agahiyan li Îdlibê rejima Esed êrîşên esmanî yên tund birin ser Beşeriyye, Muhambel, Mişmişan, Freyke, Misankul, Urum el Coz, Kenisset Benî Ez, Ramî û Kestena herêmên ser bi Îdlibê va.
Midûrê Parastina Sivîl li Îdlibê Mistefa Hecî Yûsif got: "Di êrîşên ku rejima Esed nava rojê birin ser deverên sivîl û di nav herêma kêmkirina rageşiyê cih digirin da 5 sivîl hatin kuştin û herî kêm 24 kes jî birîndar bûn."
Kesên birîndar bi armaca tedawîkirinê sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin. Ekîbên parastina sivîl jî di nav enqazê da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomînin.