TR KU SO
FB X
Cîhan

Esper ji bo 2 hezar DAISîyên girtî bang li YE û Brîtanyayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 06 îlon 2019 17:45

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) Mark Esper ragihand, nêzîkî 2 hezar terorîstên DAIŞê yên bîyanî di zîndanên Hêzên Suriya Demokrat (HSD) de ne.

Mark Esper got, “Pêwîst e Brîtanîya û welatên din yên Ewropî ji bo wergirtina çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên xwe bi berpirsyarî tevbigerin.”

Esper da xuyakirin, nêzîkî 2 hezar çekdarên DAIŞê yên bîyanî di zîndanên HSDê de girtî ne û hebûna wan li bakurê rojavayê Sûriyê cihê metirsîyê ye.

Wezîrê Amerîkî da zanîn ku ew dê ji hevtayê xwe yê Brîtanî re behsa vê mjarê bike û daxwaz ji Brîtanîyayê bike ku çekdarên xwe yên  Brîtanî ji Sûriyê veguhêze.

Li gorî amarên çavkaniyên herêma Rojavayê Kurdistanê di navbera 250-300 çekdarên DAIŞê yên Brîtanî di zîndanên Rêveberîya Xweser de dimînin.

Parve bike: