Cîhan
Esper: Tenê 600 leskerên me li Sûriyê dimînin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka (Pentagon) Mark Esper aşker kir, Amerîka tenê 600 leşkerên xwe li Sûriyê dihêle.
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Mark Esper ji Reutersê re ragihand, Amerîka pêvajoya vekişandina hêzên xwe ji bakûrê rojhilatê Sûriyê temam kir û tenê 600 leşkeran li Sûriyê dihêle.
Mark Esper diyar kir, eger rewşeke cuda derkeve holê dê hejmar bê guhartin, lê niha ev qas leşker dimînin.
Li ser qeyrana kirrîna pergala mpşekî ya S-400î ji aliyê Tirkiyê ve jî, Mark Esper da zanîn, ti rêkefin di wê derbarê de bi Tirkiyê re nîne.
Ev yek di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump di civîna Lûtkeya NATOyê li Londonê ragihand, Amerîka hêzên xwe ji Sûriyê vekişandine, tenê beşek ji bo parastina bîrên petrolê mane.