TR KU SO
FB X
Cîhan

Esref Ganî bû serokomarê Afganistanê

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2019 19:06

PeyamaKurd – Di encama hilbijartina serokomariyê ya Afganistanê de Eşref Ganî bû serokomarê nû yê Afganistanê.

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Afganistanê ragihand ku Eşref Ganî 50.64 ji sedî yê dengan wergirtiye û bi ser ketiye. Di hilbijartinên 28ê Îlonê de Abdullah Abdullah ku hevrikê Ganî bû 39.52 ji sedî yê dengan wergirt.

Piştî eşkerekirina encaman Abdullah Abdullah ragihand ku wê îtirazê li encaman bike.

Çav li rê bû encamên hilbijartinê 19ê Cotmehê bihatina eşkerekirin , lê piştre ji bo 14ê Mijdarê hatibû taloqkirin û her carê jî sedemên teknîkî hatibûn nîşandan.

Li Afganistanê 9.6 milyon dengdêr hene û ji wan tenê 1.8 milyon dengên derbasdar hatine jimartin ku ev hilbijartina herî kêm dengdêr çûne ser sindoqan e.

Parve bike: