Cîhan
Etiyopya: Em ê bi rêxistina TPLF re ser nekin
PeyamaKurd – Serkonsulê Etiyopyayê yê Hartûm a Sûdanê Yibeltal Aemro, ragihgand ku wê hukumeta navendî li ser sozê agirbesê bimîne û wê li hemberê Cepha Rizgariya Gel ya Tîrgayê (TPLF) şerekî nû nede destpêkirin. Aemro, ragihandina xwe di civîna serkonsilxana Hartûmê ya payîtexta Sûdanê de kir û weha got:
“Hukumeta Etiyopyayê di meha adarê de agirbesekî yekalî ragihand û em li ser wê soza agirbesê ne. Em ê li Tîgrayê nekevin şerekî nûh. Wê hukumeta Etiyopyayê ji bo li her deverê asayîşê temîn bike, dê bixebite.”
Şer di meha 11 an ya sala 2020 an de di navbera artêşa Etiyopyayê û TPLF ê de derketibû, bi hezarî kes miribûn û bi sed hezarî xelk dev ji cîh û warê xwe berdabû.