TR KU SO
FB X
Cîhan

Europol bo ser ISIDê operasyona înternetê kir

Admin M
Nivîskar
📅 26 mijdar 2019 05:43

PeyamaKurd- Rêxistina Polîs ya Awrûpayê Europol ragihand ku wan operasyoneka ku tora înternetê ya İŞİDê kiriye hedefa xwe kirine û bi operasyonê derbeyeka mezin li ser hebûna wan ya înternetê û şiyanên wan yên propagandayê xistine. Di mijarê de berdevkê dozgeriya Belçîka Federal Eric Van Der Sypt li navenda Europolê ya Laheyê civîna çapemeniyê kiriye û gelek pêşkêşvanên înternetê nema karin bi rêya înternetê têkiliyan deynin.

Van Der Sypt weha got:

“Ji beşeka girîng ya înternetê hatin jêbirin. Niha ez nikarim bêjim sed e sed lê wê ji niha û pê de çawa xwe bidin hev, em ê bibînin. İŞİD ne tenê şerê çekan dike lê kanalên medyayê bikaranîn û gelek kesan kirin redîkal û weka şervanekî biyanî xistin nava xwe.”

Ajansa Belçikayê Belga jî got ku dozger gelek malper û şaxên çapemeniyê yên ku İŞİD bikartîne dane girtin. Europol û rêxistinên polîsan yên 11 dewletên Awrûpayê bi hevre operasyoneka hevpar kirine û gelek kanalên bo danîna têkiliyan û 26 hezar alavên înternetê kirine ku İŞİD nikare wan bixebitîne.

Parve bike: