Ew welat dê navbeynkariya astiyê bike
PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat ragihandin ku Erebîstana Siûdî dê mazûvaniya dan û stendinên aştiyê yên navbera Rusya û Ukraynayê bike.
Rayedarê Ukraynayê diyar kir ku di civîna Erebîstana Siûdî de rayedarên Kievê dê li ser formula aştiyê ya ji 10 xalan pêk tê gotûbêjan bike ku pêwîstî bi vekişîna hemû leşkerên Rusyayê heye.
Li gorî agahiyên rayedarekî payebilind ê ji Kievê, Erebîstana Siûdî xwe amade dike ku mazûvaniya lûtkeyekê bike da ku gotûbêjkirina plana aştiyê ya Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya li ser dagirkirina Rusyayê berdewam be.
Her wiha Andriy Yermak ku Serokê Karmendê Giştî yê Zelenskiy ye, duh ragihandibû ku dê çend rayedarên çend welatan beşdarî Lûtkeya Erebîstana Siûdî bibin lê belê di derbarê dem û cihê lûtkeyê de hûrgilî parve nekirin.