Ewropa hêdî hêdî Îranê bi tenê dihêle
PeyamaKurd - Berî ku ambargoyên Amerîkayê yên nû li dijî Îranê dest pê bikin welatên Ewropayî hêdî hêdî têkiliyên xwe bi Îranê re tund dikin û ji vî welatî vedikişin.
Do welatê Danîmarkayê ragihand ku Îranê xwestiye li dijî serkirdeyekî El Ehwaziyeyê li Kopenhagê êrişeke terorîstî bike û loma jî çend dîplomatên Îranî dersînor kirin. Piştî vê hemleyê Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Anders Samuelsen diyar kir ku ev hemleya Îranê nayê qebûlkirin û loma jî wan balyozê li Tehranê gazî vekişandiye.
Li ser vê Îranê ragihand ku ev komplo û lîstikeke Amerîka û Îsraîlê ye li dijî têkiliyên baş ên Ewropa û Îranê. Herwiha îdîa kir ku Îran êrîşeke bi vî rengî li Ewropayê nake.
Lê belê Danîmarka li ser a xwe ma û gavên li dijî Îranê avêtin.
Berî ku ambargoyên nû yên Amerîkayê li ser vî welatî bikevin rewacê bi 4 rojan, Danîmarkayê helwesta xwe ya di vê mijarê de diyar kir. Berî niha bi mehekê Fransa û Almanyayê jî gavên bi vî şiklî avêtin.
Lê belê siyasetmedarên Ewropa û Îranê di her firsendê de diyar dikin ku ew dost in û dê li hemberî ambargoyên Amerîkayê mekanîzmeyekê ava bikin. Rayedarên herdu aliyan digot wê ev mekanîzma berî 4ê Mijdarê aktîv bibe, lê belê Mijdar gihîşt û hê tu qenal di holê de tuneye.
Pispor û analîst diyar dikin ku tu rêyeke din li ber Îranê û welatên din tuneye û nikarin ambargoyên Amerîkayê qul bikin. Ji ber vê yekê jî dê Îran ji van ambargoyan zirareke mezin bibîne. Herwiha halê hazir welatên wek Koreya Başûr, Tirkiye û hwd. li ber Amerîkayê digerin ku wê ji kirîna nefta Îranê muaf bigire û wan ceza neke.
Di halekî wiha de welatê ku pêşî ji Îranê vekişiya Danîmarka ye, tê pêşbînîkirin ku yên din jî yek bi yek di kêliya ambargoyan de vekişin.