TR KU SO
FB X
Cîhan

Ewropa tevlî danûstandinên aştiyê yên Rûsya û Ukraynayê dibe

Admin H
Nivîskar
📅 13 mijdar 2026 15:03

PeyamaKurd - Di danûstandinên aşitiyê yên di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku bi navbeynkariya DYAê birêve diçin, biryar hat dan ku welatên Ewropayê jî di tora paşîn de cih bigirin.

Nûnerê Taybet ê DYAê Steve Witkoff piştî civîna li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragehand ku Putin beşdarbûna nûnerên Ewropî qebûl kiriye.

Di hevdîtina ku nûnerê DYAê Jared Kushner jî tê de amade bû de, Putin diyar kir ku ew ti carî li dijî diyaloga bi Ewropayê re nebûne û daxwaz ji DYAê kir ku helwesta hevalbendên xwe yên Ewropî zelal bike ka aşitî an şer dixwazin.

Ji aliyê din ve, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenski tevlîbûna welatên Ewropayê bo ser maseya danûstandinan erênî pêşwazî kir.

Tevî pêşketinên dîplomatîk jî, nakokiyên kûr ên li ser sînor û herêmên dagirkirî wekî astenga sereke ya li ber peymana aşitiyê dimînin.

Parve bike: