Cîhan
Ez ê li hemûyan gilî bikim!
PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharem Înce ku 3 roj beriya hilbijartinê xwe ji namzetiya Serokomariya Tirkiyeyê vekişand, li Enqereyê dengê da.
Muharem Înce, piştî dengdayînê daxuyaniyek da çapemeniyê û bal kişand ser propagandaya reş a ku li ser hilbijartinan li dijî wî hatin kirin.
Înce di daxuyaniyê da zanîn ku ew ê li ser vê yekê dest bi pêvajoya hiqûqî bike û got,
"Hûn xeberan şaş didin. Li wir rêxistina terorê heye. Ji malpereke zayendî dîmen kişandine, serê min bi pê ve danîne. Kaset tuneye. Ji kerema xwe re vê nûçeyê sererast bikin. Kî vê yekê belav kiriye, ez ê li hemûyan dozê vekim. Di nav wan de hevalên min ên berê jî hene."