TR KU SO
FB X
Cîhan

Fahrettin Koca: Perwerda rû bi rû dikare pandemiyê zêde bike

Admin M
Nivîskar
📅 04 sibat 2021 03:44

PeyamaKurd – Rêvebiriya Xwendina Bilind ya Tirkiyê YÖK ji wezareta parewerdê ya Tirkiyê xwest bê dikarin di werza baharê de xwendina rû bi rû bikin an na. Li ser daxwaza YÖK ê wezîr Koca weha bersivê da:

“Di rojên dawiyê de pêketiyên pandemiyê zêde dibin û divê em bi hezir tevbigerin. Divê em xwe ji hatina cem hev, civînan û hem ji tevgerên komkî yên nav welat xwe dûr bihêlin. Xwendina rû bi rû, ji bilî şertên heyî divê mirov ji bîr neke ku wê tevgerekî zêde çêbike. Divê em hemû van şertan bidin ber çav, li talûka wan binêrin û biryaran bidin.”

YOK ê ji wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê di mijara xwendina rû bi rû ya demsala 2020-2021 ê ya demsala baharê de fikra wezaretê bo zankoyan pirsî bû.

Parve bike: