TR KU SO
FB X
Cîhan

FBI: “Hackerên Çînê lêkolînên Kovid-19 ê dikin hedef”

Admin M
Nivîskar
📅 14 gulan 2020 04:30

PeyamaKurd- FBI ya Amerîkayê hişyarî da ku hackerên Çînê li seranserê dinyayê rêxistinên ku lêkolîna li ser derman û tedawiya Kovid-19 ê dikin, wan xistine hedefa xwe û êrîşa sîberî dikin. FBI û wezareta karên ewlehiya hundir hişyarî dan ku hackerên Çînê xebatên ku li ser derman û tedawiya Kovid-19 ê dikin, kirine armanc û êrîşê wan dikin.

FBI xwest ku hemû rêxistinên pêwendîdar tedbîrên xwe bigrin da zerar negihê xebatên wan. Wê di rojên pêşiya me de hûrahiya teknîkî jî bidin wan rêxistinan. Ajansa ewlekariyê ya avahiyên bingehîn û ewlekariya sîberî ya Amerîkayê jî bi nivîskî mijarê bo rêxistinên pêwnedîdar ragihand.

Parve bike: