Cîhan
Fermandarê CENTCOMê serdana Îsraîl, Qeter û Siûdiyê bidawî kir
PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper di 22ê Mijdara 2026an de serdana xwe ya hefteyekê ya bo herêma Rojhilata Navîn bi dawî anî.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Cooper di çarçoveya vê serdanê de li gel berpirsên bilind ên sivîl û fermandarên leşkerî yên li Îsraîl, Qeter û Erebistana Siûdî civiya û rewşa ewlehiyê ya herêmê û rêyên xurtkirina hevkariya hevbeş gotûbêj kirin.
Di dewama serdana xwe de, Amîral Cooper bi beşek ji 50 hezar leşkerên amerîkî yên ku li herêmê hatine bicihkirin re hat cem hev.
Cooper spasiya wan a ji bo xizmeta wan a taybet kir û pesnê xîret û cesareta wan di operasyonên leşkerî yên li dijî Pasdarên Îranê de da.