TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Hêza Ridwan di êrîşa Îsraîlê de hate kuştin

Admin H
Nivîskar
📅 19 nîsan 2026 11:40

PeyamaKurd - Kanala 12an a Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî di hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê de ragihand ku  fermandarê Hizbullahê Elî Rîda Ebas di êrîşa li ser bajarokê Bint Cibêl ê başûrê Lubnanê de hatiye kuştin.

Hate diyarkirin ku Ebas ku bi navê Hac Ebû Hisên Barîş tê naskirin yek ji fermandarê Hizbullahê ye, di sala 2024an de wekî fermandarê Hêza Ridwan hatibû tayînkirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan roja înê li endamên Hizbullahê yên ku agirbest binpê kirine xistiype.

Artêşê da xuyakirin ku tevgera endamên Hizbullahê li nêzî baregeha Îsraîlê ya li  başûr "Xeta Zer" hatin tesbîtkirin û hate gotin, "Ev  tevger gefeke rasterast e, lewra li gelek herêman êrîşên hewayî û bejahî li dijî baregehên terorîstan hatin kirin."

Parve bike: