TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandarê Iraqî: Me dest bi girtina deriyên sînor ên ne fermî kir

Admin H
Nivîskar
📅 26 mijdar 2026 18:30

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Pasevanên Sînor ê Iraqê Mihemed Ebdulwehab Seîd li ser destpêkirina bername û rêkarên girtina deriyên sînor ên nefermî ji Ajansa Nûçeyan a Iraqê re axivî û ragihand ku hêzên wan dest bi bicihanîna fermana Serokwezîr Elî Zeydî ya ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya petrolê û girtina deriyên sînor ên nefermî kirine.

Mihemed Ebdulwehab Seîd li ser meşandina dosyayê li sînorê Herêma Kurdistanê da zanîn ku hewl û arasteyek heye ji bo yekxistina navendên birêvebirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê ligel deriyên din ên li Iraqê.

Her wiha diyar kir ku erkê hêzên wan parastina xeta sînor e, lê kontrol û rêvebirina deriyên fermî yên sînor di bin desthilata Desteya Deriyên Sînorî de ye.

Parve bike: