Cîhan
Fermandarekî cîhadîst di suîqesdekê de hat kustin
PeyamaKurd – Fermandarê rêxistina cîhadîst Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) Ebu Abdul Mohsen el-Jazrawi di encama suîqesdekê de hat kuştin.
Yek ji fermandarên payebilind ê rêxistina cîhadîst a Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ) Ebu Abdul Mohsen el-Jazrawi di encama suîqesdekê de hat kuştin. El-Jazrawi navekî sereke yê Ebu Muhammed Culanî bû.
Li gorî hesabên medya civakî yên nêzîkî wê rêxistinê, tevî Jezrawî yek ji hêzên berevaniyê yê wê rêxistinê Abu Sufyan jî hat kuştin.
Tê texmînkirin ku ev êriş ji aliyê şaneyeke veşartî ya rêxistina DAIŞê ve hatibe kirin. Ji aliyê din ve tê gotin ku navê yek ji êrîşkarên vê û sîqesdê hatiye tesbîtkirin.