TR KU SO
FB X
Cîhan

Fermandeyekî terorîstên DAISê hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 22 hezîran 2021 14:30

PeyamaKurd –  Fermandeyekî terorîstên DAIŞê, li navçeya Şarebanê ya ser bi parêzgeha Diyaleyê hat kuştin.

Îro roja sêşemê 22.06.2021ê Fermandeyê Berdevkê Rêveberiya Polîsê Diyaleyê Nîhad Mihemed, ji BasNewsê re axivî û diyar kir: ‘’Êvara roja Duşemê, hêzên ewlehiyê operasyoneke serbazî li herêma Bablanê ya ser bi navçeya Şarebanê encam dane û di encamê jî de fermadeyekê terorîstên DAIŞê hatiye kuştin.

Herwiha Nîhad Mihemed destnîşan dike, navê wî fermandarê DAIŞê yê hatiye kuştin Ûsame Elî Hûsên e  lêbelê weke Ebû Balincer tê naskirin û wî fermandeyiya çekdarên DAIŞê yên li herêmê dikir.

Fermandeyê terorîstên DAIŞê Ûsame Elî Hûsên fermandariya çekdarên DAIŞê yên li Diyale û herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dikir û di encama wê operasyona hêzên Iraqê de hat kuştin.

Parve bike: