TR KU SO
FB X
Cîhan

Fezleka parlementera HDP ê Saliha Aydeniz giha ber destê wezareta dadê

Admin M
Nivîskar
📅 17 hezîran 2022 01:01

PeyamaKurd – Fezleka ku ji bo parlementera HDP ê Saliha Aydeniz hatibû amadekirin giha wezareta dadê. Sedema amadekirina fezlekê ew bû ku şeqamê li polîs xistibû. Tewana ku ji bo Aydeniz tê kirin ji aliyê serdozgeriya Ankara de hat amadekirin û di nav tewanan de “heqareta li wezîfedarê giştî”, “birîndarkirin”, “muqawema li dijî polîs” û “tevlîbûna meş û civîna neyasayî” hene.

Fezleke bi sedema ku li navça Îstenbolê li Kadiköyê bê îzin meşiyane û şeqamê li polîs xistiye, ji aliyê beşa lêpirsîna sûcên parlementeran ya bi ser serdozgeriya Ankara de hat amade kirin.

Piştî vê pêvajoyê wê dosya Saliha Aydeniz bişînin meclisa Tirkiyê da parêzbendiya wê rabikin.

Parve bike: