TR KU SO
FB X
Cîhan

Fînlandayê bang li Tirkiye û Macaristanê kir: Êdî dereng nexin!

Admin H
Nivîskar
📅 01 mijdar 2022 23:37

PeyamaKurd – Serokwezîra Fînlandayê Sanna Marîn, helwesta Tirkiye û Macaristanê ya bo endamtiya Fînlanda û Swêdê ya NATOyê ragihand ku êdî dereng nexin û bilez pesend bikin.

Sanna Marîn, piştî Lutkeya Serokan a welatên Îskandînavyayê li paytext Helsînkîyê daxuyanî dan û bal kişand ser ku heta niha ji 30 welatên endamên NATOyê 28an endamtiya NATO ya Fînlanda û Swêdê li parlamentoyên xwe pesend kirine û bang li Tirkiye û Macaristanê kir.

Marîn got ku divê êdî Tirkiye û Macaristan bêyî derengxistin bilez endamtiya NATOyê pesend bikin û got: “Çavê her kesî li ser Tirkiye û Macaristanê ye. Em dixwazin endamtiya NATO ya van welatan bilez pesend bikin.”

Herwiha Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson jî beriya serdana pêşbînîkirî ya Tirkiyê diyar kir ku wan ligel hemkarên xwe yên Fînlandê re nêrîna xwe parve kirine û got, “Divê Swêd û Fînlanda bi kordîne tevbigerin û di heman demê de bikevin NATOyê.”

Parve bike: