TR KU SO
FB X
Cîhan

Finlandiya, gazî balyozê Rûsyayê kir da here wezareta karên derve

Admin M
Nivîskar
📅 21 tebax 2026 17:09

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Fînlandiyayê di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku bi sedema gumana balafira Rûsyayê seha hewayê ya welatê Fînlandiya îhlal kiriye, bangî balyozê Rûsyayê yê li Helsinkiyê Pavel Kuznetsov kiriye da here wezaretê. Di daxwuyaniya wezaretê de hat gotin:

“Wezareta karên derve ya Fînlandiyayê gazî balyozê Rûsyayê yê li Helsinkiyê Kuznetsov kiriye. Wezaret dê jê bixwaze bê çima balafira Rûsyayê îhlala seha hewayî ya Fînladiyayê kiriye.”

Ajansa Fînlandiyayê YLE ragihandiye ku wezareta karên derve ya Fînlandiyayê li Kendava Fînlandiyayê li Rojavayê wê, nîşane dîtine ku balafira Rûsyayê îhlala seha hewayî kiriye. Balafir di sehayê de 3 deqe maye.

Parve bike: