Finlandiyayê ji Tirkiyeyê xwest ku di mijara NATOyê de lez bikin
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniyê yê Finlandiyayê Antti Kaikkonen û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar, li civîna NATOyê ya li Brukselê civiyan. Hat ragihandin ku Wezîrê Finland di hevdîtinê de daxwaza lezgirtina endamtiya wan a NATOyê kiriye.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Antti Kaikkonen li ser hevdîtina dualî gotiye ku
“Hevdîtin baş derbas bû. Ev tiştekî xweş e ku em bi wezîrên hevkarên xwe yên pêşerojê re dan û stendina ramanan bikin.”
Hat ragihandin ku Wezîrê Berevaniya Finlandiyayê daye zanîn ku erêkirina Tirkiyeyê ya endamtiya Finlandiyayê ya ji bo NATOyê, ji erêkirina endamtiya Swêdê erênîtir e.
Wezîr Kaikkonen da zanîn ku di mijara hinardeya çekan de pirsgirêkek tuneye û got ku
“Dema ku em tevlî NATOyê bibin, dema ku hinardeya çekan were erêkirin, dê di nirxandina giştî de bi baldarî li ser bê rawestandin.”