Fransa bi balafirên Rafale destwerdana leşkerî li herêmê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku welatê wî ji bo parastina hevkarên xwe û berjewendiyên xwe yên li herêmê, mafê destwerdana leşkerî dê bi kar bîne. Barrot eşkere kir ku balafirên şer ên Dassault Rafale niha di asmanê herêmê de ne û operasyonên ewlekirina qada hewayî pêk tînin.
Barrot di hevpeyvîna xwe ya bi kanala BFM TV re destnîşan kir ku şer gihîştiye welatên ku peymanên parastinê û baregehên leşkerî yên Fransayê lê hene (wekî Îmarat û Iraq). Wî got: Em amade ne piştgiriyê bidin van welatan." Her weha fikarên xwe li ser jiyana 400,000 welatiyên Fransî yên li herêmê anîn ziman û ragihand ku ji bo derxistina (evacuating) wan hemû amadekarî hatine kirin.
Li gorî agahiyan, balafirên Rafale bi taybetî ji bo pûçkirina mûşek û dronên Îranê yên ku welatên Kendavê dikin hedef, hatine wezîfedarkirin. Ev gava Fransayê piştî daxuyaniya hevbeş a "E3" (Almanya, Fransa, Brîtanya) tê ku tê de soz dabûn şiyana mûşekî ya Tehranê têk bibin.