TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa | Jinên Kumsor pistgirî dan Êlek Zeran

Admin S
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2018 02:04

PeyamaKurd - Çalakiyên protestoyî yên êlek zeran ku hefteya borî gihîştibûn asta xwe ya herî bilind û piştî sozên Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, rawestiyabûn dîsa destpê kirin.

Beriya xwepêşandana îro Şemiyê ya li Kolana Champs-Elysees û Meydana Operayê hêzên ewlekariyê tedbîr standin û li gor zanyariyan 25 xwepêşander hatin binçavkirin.

Hunermenda frensî Deborah de Rebortis jî tevî koma xwe ya performansê piştgirî da protestoyên êlek zeran û li Meydana Chams-Elysêe pêşandaneke bi şiklê V pêşkeş kir.

Bizavkarên jin bi cilûbergên sor derketin meydanê ku kûmên sor li ser wan hebû û ev wekî sembola wekhevî, azadî û biratiyê nîşan dan.

Ji ber kûmên wan ên sor, ji bo wan di medyayê de kum sor hat gotin.

Parve bike: