TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa: Me operasyona vekisîna ji Kabûlê temam kir

Admin L
Nivîskar
📅 28 tebax 2021 13:07

PeyamaKurd – Wezîra Berevaniyê ya Fransa Florence Parly, bi peyamekê da zanîn, wan operasyona vekişîna ji Kabûlê temam kiriye.

Parly destnîşan kir, wan bi operasyonan bi qasî 3000 kes veguhestine Fransayê.

Herwiha eşkere kir, ji kesên bi operasyonan derbasî Fransayê bûne, pirtir ji 2600 kes Afgan in.

Wezîra Fransa diyar kir, ew dê alîkariya Afganên dixwazin ji Afganistanê derkevin, bidomînin.

Parve bike: