TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransa û Îran li ser krîza girtina 2 dîplomatên Fransayê ya li Tehranê axifîn

Admin M
Nivîskar
📅 21 tîrmeh 2026 21:03

PeyamaKurd – Wezîrê kar û barên derve yê Îranê Abbas Arakçi û hemkarê wî yê Fransayê Jean-Noel Barrot, di rêya telefonê de li ser ku Îran 2 dîplomatên Fransayê xistibû bin çav û li ser pêşdeçûnên li herêmê axifîn.

Wezîr, di ser hesabê xwe yê Telegramê de daxwuyaniyekî nivîskî belav kir. Arakçi got ku Îran bangî maslahatguzarê balyozxana Fransayê ya Tehranê kiriye da here wezareta karên derve ya Îranê û jê re behsa her 2 dîplomatên Fransayê kiriye ku tevgerên her 2 kesan ‘ne karê profesyonele’ û tevgerên wan yên li Tehranê nayên qebûlkirin. Arakçi got:

“Pêwiste li pey qanûnên welatê ku lê ne tevbigerin û li ser qanûnên dîplomasiyê bimeşin û ev ji bo xebatên mîsyonan pêdiviye. Em bang dikin ku hukumeta Fransayê tedbîran bigre da careka din bûyerên weha neqewimin.”

Wezîrê karên derve yê Fransayê Barrot do peyamekî belav kiribû ku di 19ê Temmûzê de êvarê 2 xebatkarên di balyozxana Tehranê ya Fransayê de, li dijî parêzbendiya dîplomatîk hêzên Îranê ew girtine, ji bo girtina wan ti sedem nîne û bi seetan îfadên wan girtine û hêj dageriyane balyozxanê.

Parve bike: