Cîhan
Fransayê êrîsa Tirkiyê ya Sîdekanê sermezar kir
PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşa balafirên Tirkiyê ya bi ser otomobîleke hêzên pasevanên sînor ên Iraqê de li Sîdekan a Hewlêrê, şermezar kir.
Fransayê herwiha bûyera êrîşa balafirên Tirkiyê wekî "pêşhateyeke metirsîdar" bi nav kir.
Wezareta Derve ya Iraqê jî piştî êrîşî cara sêyem bang li balyozê Tirkiyê yê Bexdayê kiribû û muxtirayeke tund dabû Tirkiyê û xwestibû Tirkiye hêzên xwe ji nav xaka Iraqê vekişîne û êrîşan rawestîne.
Piştî êrîşa ku du fermandarên hêzên sînor şehîd bûbûn, Wezareta Derve ya Iraqê serdana Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar a ji bo Bexdayê betal kiribû ku çav li rê bû îro ew serdan bê kirin.
PKKê navê fermandarê ku di êrîşa Sîdekanê de can daye eşkere kir