TR KU SO
FB X
Cîhan

Fransayê hisyarî da Hefter û banga çareseriya siyasî kir

Admin H
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2020 19:43

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê li ser daxuyaniyên vê dawîyê yên General Xelîfe Hefter hişyarî da û banga çareseriya siyasî kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bo Libyayê çareseriyeke leşkerî nîne û divê xwe dûrî ji nû ve destpêkirina dijminkariyê bikin û bala xwe bidin ser çareseriya siyasî.

Herwiha hat diyarkirin ku divê li gorî peymana agirbestê ya 23yê Cotmeha 2020an bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hêzên biyanî û kirêkirî ji Libyayê derkevin.

General Hefter çend roj berê li ser daxuyaniyên Tirkiyê yên piştevaniya hêzên hikûmeta Wîfaq di merasîmekê de, gotibû ku heta hêzên tirk ji Libyayê dernekevin ew nabin welatekî serbixwe û gefa bi darê zorê derxistina hêzên tirk xwaribû.

Herwiha Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî li beramber wê daxuyanî gotibû, heger êrîşek were ser hêzê wan ew dê bersivê bidin.

Parve bike: