Fransayê, ji ber koçberan zinar bi cih kirin
PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya Fransayê ragihand, li bajarê Calaisê yê li Qerexa Behira Manşê, ji bo ku koçber konên xwe venegirin, şaredariyê zinarên mezin li qadên şînahî û destnîşankirî bi cih kirin.
Di nûçeyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku ji 12ê Îlonê ve ye, li navenda bajêr bi taybetî li cihên şînahî û qadên vekirî, bi tonan zinar hatine bicihkirin da ku koçber konên xwe lê venegirin.
Hat diyarkirin ku zinar bi taybetî li deverên Tuna û Maasê yên nêzîkî îstasyonên trênê hatine bicihkirin û di navbera her zinarên hatine bicihkirin de mîtroyek navber hatiye hiştin.
Li ser mijarê, ji aliyê Seroka Şaredariya Calaisê Natacha Bouchart ve daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku bicihkirina zinaran, ji bo pêşîlêgirtina konvedana koçberan e. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku
“Heger em li nav bajêr konên ku em pê aciz bibin nexwazin, divê em dest bi tevgerê bikin.”
Li aliyê din jî rêxistinên mafên mirovan li dijî vê helwesta rêveberiya Calaisê derketin. Li gorî rayedarên sazî û dezgehên mafên mirovan ên bajêr ragihandin, ji 3yê Tebaxê bi vir ve herêm hatiye valakirin û di veguhestina ku hefteya borî hat kirin de koçber neqilê îskeleya Maasê hatine kirin.