Cîhan
Frêna treylerê teqiya: 3 mirî û 21 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Bursa ya Anedolê li navçeya Kestelê treylerekî frêna wê teqiya û erebeyên ku li pêşiya wê bûn, li hemûyan xist. Di qezayê de li gor hêjmartina hat kirin 3 kes can dane, 21 kes birîndar bûne ku di nav wan de halê 9 birîndaran xerabe. Piştî frêna treylerê teqiyaye, treyler ji şerîda xwe çûye ser şerîda aliyê dinê.
Li ser qezayê gelek ambûlans û tîmên rizgarkirinê çûn ciyê bûyerê. Li gor tesbîtê treyler li 15 heya 20 erebeyan xistiye.