Fuad Husên: Eger komên çekdar neyên belavkirin ew ê encamên cidî derkevin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku Amerîka bi biryar e ku komên çekdar li Iraqê belav bike, û hişyarî da ku eger Bexda vê daxwazê bicîh neyne, dibe ku bi encamên cidî re rû bi rû bimîne.
Fuad Husên derbarê pêşeroja komên çekdar li Iraqê de daxuyaniyên girîng da.
Hussên di bernameyeke televîzyonê de axivî û diyar kir ku Amerîka li ser belavkirina komên çekdar li Iraqê xwedî helwesteke zelal e.
Hussên tekez kir ku di navbera Amerîka û Iraqê de berjewendiyên girîng hene û destnîşan kir ku helwesteke neyînî ya rêveberiya Washingtonê li hember Iraqê dê bandorên cidî li ser welêt bike.
Hussên diyar kir ku Iraq hewceyê têkiliya xwe bi Amerîkayê re ye û got ku aliyê Amerîkî çekên ku aîdî "komên çekdar" in wekî gef ji bo hem Amerîka û hem jî welatên Kendavê dibîne. Wî ragihand ku Washingtonê di vê mijarê de tu nermbûn nîşan nedaye.
Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir ku rayedarên Amerîkî bi zelalî pêwîstiya belavkirina komên çekdar ji Bexdayê re ragihandine û ew li benda çareserkirina vê pirsgirêkê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve ne.