Fuad Husên: Iraq bûye qurbanê şerê herêmê
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên diyar kir ku welatê wî bûye qurbanê şerê ku bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir.
Fuad Husên piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Misrî Bedr Ebduletî re ku bi serdaneke fermî li Iraqê bû, civîneke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Hussên diyar kir ku tevahiya herêmê di bin bandora şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ye û got, "Iraq bûye qurban û qurbanê şerê herêmê."
Husên destnîşan kir ku welatê wî hem êrîşên li dijî Îranê û hem jî kiryarên ku welatên Kendavê û Urdunê hedef digirin şermezar dike.
Wî herwiha êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê bi tundî rexne kir.
Ji aliyê din ve, Wezîrê Derve yê Misrê Ebduletî diyar kir ku divê rêbazên siyasî û dîplomatîk ji rêbazên leşkerî werin tercîhkirin.