Cîhan
Fuad Hûsên ji bo besdarî Civata Gistî ya NY bibe li New Yorkê ye
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hûsên ji bo beşdarî Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe gihîşt bajarê New York ê Amerîkayê.
Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku wê Fuad Hûsên beşdarî 77emîn Civata Giştî ya NY bibe û hejmarek hevdîtinan li Amerîkayê bike.
Hat diyarkirin ku wê Hûsên li ser mijarên pêwendiyên dualî û piştevaniya bo ji nû ve avadankirina binesaziya Iraqê bi hejmarek wezîrên derve û payebilndên welatan re hevdîtinan pêk bîne.
Herwiha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî beşdarî Civata Giştî ya NY dibe ku salên berê di asta serokomar de Berhem Salih beşdarî kiribû.